• Wednesday, 18 February 2026
logo

Erdogan: Pêvajoya çareseriyê hatiye qerisandin

Gulan Media August 12, 2015 Nûçe
 Erdogan: Pêvajoya çareseriyê hatiye qerisandin
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê “pêvajoya çareseriyê de dibêje niha pêvajo di sarinceyê de ye.

Serokomar Recep Tayyip Erdogan, beşdarî merasîma dayîna Madalyeya Rûmetê ya Dewletê ya ji bo Orgeneral Necdet Ozel bû û derbarê bûyerên vê dawiyê de axivî.

Recep Tayyip Erdogan wiha got: “Heta ku rêxistina terorê ji bo me gef be, berxwedana me ya dijî terorê bidome. Heta ku ew çekên ku berê wan didin dewlet û gelê me, binax nekin berxwedana me ya dijî terorê bidome. Ez ne dibêjim bêdengkirin an jî neteqandina çekan ez dibêjim binerdkirin.”

Erdogan diyar kir, armanc û daxwaza wan çi dibe bila bibe; ji bo wan rêxistina terorê her dem rêxistina terorê ye û wiha pê de çû: "Bi heman awayî me dijî DAIŞa rêxistina terorê ku ji bo ewlehiya me gefek e, jî operasyon kir. Ji bo me di navbera rêxistinên terorê de ferq tuneye. Nav, armanc, daxwaza wan çi dibe bila bibe; ji bo me rêxistina terorê her dem rêxistina terorê ye."

Serokomarê Tirkiyeyê derbarê pêvajoya jî wiha got: “Mixabin wan pêvajoya çareseriyê fêm nekirin û nexwestin fêm bikin. Pêvajo niha di sarincede ye.”

Rudaw
Top