• Wednesday, 18 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyeyê kete nav axa Sûriyeyê

Gulan Media August 12, 2015 Nûçe
 Artêşa Tirkiyeyê kete nav axa Sûriyeyê
Hat ragihandin, ku artêşa Tirkiyeyê sînorê navbera Tirkiye û Sûriyeyê derbas kir û derbasî nava axa Sûriyeyê bû.

Li gor agahiyên çavkaniyên nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Roja 10/8/2015 komek ji hêzên ser bi artêşa Tirkiyeyê ve ji aliyê deriyê sînorî yê Bab El-Selamî ya bajarok Ezazê ve derbasî nava axa Sûriyeyê bûn.

Ajansa nûçeyan a ANHAyê li zarê jêderên herêmî ve belav kiriye ku komên bi navê “Tugaya Sultan Selîm” û “Tugaya Fatih Sultan Mihemed” ku nêzîkî Tirkiyê ne, ala Tirkiyeyê rakirine û ber bi gundê Kefferan û Delhan yê girêdayî Ezazê ve çûne.

Li gor agahiyan, koma “Fatih Sultan Mihemed” bi otobus û otomobîla pic-up ku çekên doçka li ser barkirîbûn, ji Idlibê ber bi Ezazê ketin rê.

Ji aliyekî din ve hinek hêzên ku li ser navê opozisyona Suriyeyê tevdigerin û Tirkiye pişgîriya wan dike, biryar dan ku li herêmên bakurê Helebê yên di bin desthildariya wan de, li şûna pereyê Suriyeyê pereyê Tirkiyeyê bikar bînin.

Tê zanîn, ku Tirkiyeyê di çend rojên borî de 6 şervanên YPGê radestî Cebhet El-Nusra kirine û piştre jî El-Nusra çekdarên xwe ji herêmê vekişand,

Ligel wan pêşhatan, herwiha behsa avakirina Herêma Tampon (Herêma Ewle) tê kirin û tê gotin, Tirkiyeyê hinek hêzên xwe li wir bicih kirine.

ANHA
Top