• Wednesday, 18 February 2026
logo

PKKê bo destpêkirina gotûbêjan merc danî

Gulan Media August 12, 2015 Nûçe
 PKKê bo destpêkirina gotûbêjan merc danî
Hevserokê Koma Civakê Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik ragihand ku, PKKê amade ye şer bisekinîne lê bi mercekê ku Artêşa Tirkiyeyê jî êrişên xwe bi dawî bînin.

Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de ligel Tora BBC de, Hukûmeta Tirkiyeyê bi wê yekê tohmetbar kir ku hewl dide bi êrişên xwe li ser gerîlayên PKKê û hêzên kurdî li Sûriyê, parastina çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) bike.

Bayik wiha got: “Ez bawerim Erdigan dixwest DAIŞ di êrişên xwe serkeftinê bi dest bîne, da ku rê li pêşiya destkeftên kurdan bigire. Niha jî ew dibêjin em şerê DAIŞê dikin, lê bi xwe tenê şerê PKKê dikin. Erdogan di hilbijartinan de hat şikestin lewma dest bi êrişa li dijî gerîla û navendên HDPê kir.”

Hevserokê KCKê wiha domand: “Erdogan dixwaze guvaşeke din bixe ser kurdan li Rojavayê Kurdistanê, di dema ku ew li dijî DAIŞê şer dikin.”

Cemîl Bayik da zanîn ku bi ti awayî şer nikare pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê çareser bike û ragihand: “Baştirîn çareserî gotûbêj û rûniştina ser maseya danûstandinan e. PKK amade ye şer bisekinîne, lê bi mercê ku Tirkiyeyê jî operasyonên xwe bi dawî bîne.”

Rûdaw
Top