• Wednesday, 18 February 2026
logo

Her du gundên Kevrok û Nesir hatin bordiman kirin

Gulan Media August 12, 2015 Nûçe
Her du gundên Kevrok û Nesir hatin bordiman kirin


Hêzên pêşmerge û balefirên hevpeymanan her du gundên Kevrok û Nesir bordiman kirin.

Di vê derbarê de çavkaniyek li mihwera Mexmûrê diyar kir ku îro hêzên pêşmerge bi hevkariya balefirên hevpeymanan êrîşî terorîstên DIŞIê li her du gundên Kevrok û Nesir li Rojavayê mihwera Mexmûrê de kirine.

Çavkaniya han eşkere kir ku di encama wan bordimanan de herî kêm 10 terorîst hatine kuştin û çend terorîstên din jî birîndar bûne û tevahiya navendên terorîstan li wan her du gundan de hatine şewtandin.
Top