Paralemena Iraqê biryara reformên İbadî pesend kir
Parlamena Iraqê biryara reformên tekoşînali dijî gendeliyê ya Serok Wezîrê vî welatî Heyder Îbadî, bi piraniya dengan erê kir.
Di rûniştina îro ya Parlamena Iraqê de Serokê Parlamenê Selîm Cûbûrî biryarên reformê xwendin û xal yek bi yek xistin dengdanê. Di rûniştinê de 295 parlamenter amade bûn û piraniya parlamenteran dengê erê dan.
Cûbûrî di axaftina xwe de got: ”Gel, dixwaze em van reforman erê bikin. Parlamenê jî di vê derbarê de hewlek mezin da û hikûmetê jî ev reform pêkanî.”
Serok Wezîrê Iraqê Heyder Îbadî di çarçoveya reforman de herdu cîgirên serokomar û serok wezîr ji kar dûr xistibû. Daxaz jî kiribû ku dosyayên gendeliyan ji nûve bikevin ber lêpirsînê. Bûtçeya wezaretan bê sererastkirin û geçtên siyasetmedaran bêne sînordarkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê jî bi mercê ku mafê pêkhateyan liber çav bigre, piştgiriya van biryaran kiribû.
Basnews
