• Wednesday, 18 February 2026
logo

Êzdî daxwaz dikin Serok li ser postê xwe bimîne

Gulan Media August 11, 2015 Nûçe
Êzdî daxwaz dikin Serok li ser postê xwe bimîne


Meclîsa Ruhanî ya Êzdiyan daxwaz dike Serok Barzanî li ser posta xwe bimîne.

Meclîsa Ruhanî ya Kurdên Êzdî li ser navê hemû Êzdiyên Kurdistanê hewlesta xwe ya derbarê pirsa hilbijartina serok de ragehand.

Di daxuyaniyekê de ku li beyta pîroz a Êzdiyan Laleşê hate xwendin, Meclîsa Ruhanî ya Kurdên Êzdî daxuyand ku ew pêwîst dizanin ku Mesûd Barzanî weke Serokê Kurdistanê liser kursiya xwe bimîne.

Meclîsa Ruhanî ya Êzdiyan bi bîr anî ku Başûrê Kurdistanê di pêvajoyek awarte de ye, qeyranê darayî û şerê DIŞI’ê heye, her wiha qadên Êzdiyan di bin dagirkeriyê de ne û bi sedan Êzdî di destê DIŞI’ê de ne. Lewma jî ew hêvî dikin ku pirsgirêkên nevxweyî jî zêdetir nebin sedema perçebûna helwesta neteweyî.
Top