YNKê pirojeya Berhem Salih pesend kir
Berdevkê Polîtburoya YNK Îmad Ehmed piştî civîna polîtburoya partiya xwe konferanseke rojnamevaniyê lidar xist û ragihand: “Mijara sereke ya civînê li ser pirojeya Berhem Salih bû û tê de naveroka wê pirojeyê hat pesendkirin.”
Îmad Ehmed wiha got: “Pirojeya Salih bi tifaqa niştimanî ye û YNKê ew piroje bo çareserkirina aloziyan pesend kir.”
Behem Salih di pirojeya xwe ya bi navê Çareseriya Niştimanî bo Kirîza Rêvebriya Kurdistanê, 6 xalên çareseriyê pêşkêş kiriye.
Salih dibêje, “Herêma Kurdistanê bi vî awayî birêve naçe û ev rewş dê me bi aliyê têkçûnê ve bibe.”
Herwiha Berhem Salih di pirojeya xwe de daxwaz dike ku, “Desthilatên temam bigihên wezîrê Pêşmerge û wezîrê Navxwe bo yekgirtina Hêzên Pêşmerge û dezgehên asayişê.”
Li gorî pirojeyê, “Encumenek bo vê qonaxa veguhêz pêk were, ji serokê Herêma Kurdiatnê, serokwezîr û ji nûnerên aliyên siyasî yên beşdar di hikûmetê de, bo nirxandin û biryardanê li ser pirsên girîng ên emnê neteweyî mîna mafê çarenivîsê û pêwendiyên ligel Iraq û welatên navçeyê.”
Herwiha Berhem Salih di pirojeya xwe daxwaza kar li ser kêmkirina desthilata hikûmeta navendî ya Iraqê û guhertina wezîran û pêdeçûna pêkhatina Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, herwiha pêdeçûn li ser Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê û Dîwana Encumena Wezîran.
Salih di dawiyê de daxwaz dike ku beriya 20ê vê mehê sîstema parlamanî demokrasî û serastkirina desthilatan û hilbijartina serokê herêmê li Parlamentoya Kurdistanê wek qanûn were pesendkirin.
Rudaw
