• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şandeke YNKê diçe Tirkiyeyê

Gulan Media August 10, 2015 Nûçe
 Şandeke YNKê diçe Tirkiyeyê
Biryar e di demeke nêzîk de şandeke Polîtburoya YNKê serdana Tirkiyeyê bike. Çavkaniyek ji wê partiyê jî dibêje, partiya wan tip ere nedane PKKê.

Nûnerê YNKê li Enqere Behroz Gelalî ji Rûdawê re ragihand: “Îro em ligel Berpirsê Dosyeya Iraq û Herêma Kurdistanê li Tirkiyeyê Ehmed Yezal civiyan. Me di wê hevdîtinê de behsa pêwendiyên dualî û pirsa aştiyê û bombebarana balafirên Tirkiyeyê li ser Başûrê Kurdistanê, kir.”

Behroz Gelalî wiha got: “Di demeke nêzîk de şandeke Polîtburoya YNKê dê serdana Tirkiyeyê bike bo gotûbêjkirina hemû pirsgirêkên ku niha li Herêma Kurdistanê û Iraqê hene.”

Rayedarê berê yê PKKê û birayê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan îdia kir ku ji destpêka şerê DAIŞê ve heta niha YNKê 20 milyon dolar daye PKKê û wiha got: “Mela Bextiyar û Hêro xan rolek mezin di dayîna wan alîkariyan de dilîzin. PKK jî di warê siyasî de alîkariya YNKê dike û di rewşên teng de pişta wê digire. Birastî ev rêkeftina PKK û YNKê rêkeftineke nexweş e.”

Li ser wan gotinên Ocalan, çavkaniyeke darayî ji Polîtburoya ji medyayên partiya xwe re ew gotin red kir û ragihand: “YNKê dizane Osman Ocalan ev demek e ku bo dezgeheke taybet kar dike. Eger dixwaze xwe nêzîkî Enqere bike, riyên din hene, bila ne bi rêya belavkirina agahiyên nerast li ser YNK be.

Rudaw
Top