• Wednesday, 18 February 2026
logo

PDK-YNK: Em du îdareyî red dikin

Gulan Media August 10, 2015 Nûçe
PDK-YNK: Em du îdareyî red dikin
Piştî civîna berpirsên PDK û YNK’ê, herdu aliyan amaje bi wê yekê dan ku li herêma Kurdistanê du rewşa îdareyî qebûl nakin û nakokî dikarin bi tifaq bêne çareserkirin.

Şanda Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya di bin serokatiya Cîgirê Sekreterê YNK’ê Kosret Resûl, li gel berpirsên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro li Hewlêrê civiyan û pirsa hilbijartina serokarê herêmê û nakokiyên siyasî xistine ber behsê.

Piştî civînê li ser navê PDK’ê Endamê Şanda PDK’ê Mehmûd Mihemed û li ser navê YNK’ê jî Îmad Ehmed kongreyek rojnamevanî de diyar kirin ku ”Kurdistan îro di qonaxek hestyar de derbas dibe û berpirsyarî dikeve ser herdu aliyan û divê pirsgirêk bi rêya lihevkirinê bêne çareserkirin.”

Mehmûd Mihemed got ku rewşa niha barê herdu aliyan jî girantir kiriye û di vê civînê de hewla çareserkirina pirsgirêkan dane lê dê civînên wan berdewam bin.

Mihemed balkêşa ser peyama Serokê Herêma Kurdistanê û daxuyand ku heger pirsa sîstema hilbijartina serokatiya herêmê di navbera aliyan de neyê çareserkirin, ew dixwazin ku gel di vê mijarê de biryarê bide.

Îmad Ehmed jî daxuyand ku mijarên di civînê de hatine nirxandin dê civata mekteba siyasî ya partiya wan de jî bêne gotubêjkirin û paşî biryarên xwe bidin.

Ehmed amaje bi wê yekê da ku di navbera nêrînên herdu aliyan de cudahî hene, lê got ku eve nayê wê wateyê ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin. Ehmed got ku ew geşbîne ku pirsgirêk bi tifaq û lihevhatinê bê çareserkirin.

Ehmed herwiha got ew li dijî du îdareyî û parçe kirina Kurdistanê ne û got: ”Me ligel PDK rêkeftina stratejîk kiriye.Hikûmeta niştîmanî damezrandiye. Jiber vê jî nayê qebûlkirin û ne rewa jî ye ku her behsa vê yekê bikin.”

Basnews
Top