Yekgirtu: Aliyên siyasi berbi rêkevtinê ve diçin
Di daxwuyaniya Yekgirtu de weha hatiye “ Li ser rewşa heyî ya Herêma Kurdistanê hewlên partiya me li aliye kî û hewlên hêzên leşkeri, Rêxirawên sivîl, rewşenbîr û kesayetiyên Herêma Kurdistanê didomin. Hemû ev aliyana bo vê yekê hewl didin ku ew aliyên vê pirsê, bigehêjin rêkevtine kê. Herweha hewlên navdewletî û yên navçeyê jî didomin.”
Di beşake din ya daxwuyaniyê de qala wê yekê dike ku ew partiyana ber bir çareseriyê ve diçin û weha didomîne “ Ew aliyên guftugo li ser pirsa Serokatiya Herêmê dikin ketine wê rêkê ku edî berbi ji hevdû têgehiştinê ve diçin. Ev rê vebuye ku ev aliyane di warê fikrî û siyasî nêzîkî hev bivin. Ev aliyane çi nakokiya wan li ser bi dawî anîna vê xola Serokatiya Herêmê tineye û em hevîdarin di demeke nêzîkde li hevbikin.”
Yekgirtuya Îslami di vê beyannameya xwede daxwaz ji aliyan dike ku “ wek rêz girtin li wan aliyên navxweyî û navdewletî vegerin ser masa guftugoyan û emê hemû hewla bidin ku carekedin werin ser masê.”
Basnews
