• Wednesday, 18 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media August 9, 2015 Nûçe
Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Di derbarê dawakariyên Serok Wezîrê Iraqê û biryara Encûmena Wezîrên Iraqa Federal ya ji bo destpêkirina proseya çaksaziyê li dam û dezgehên kargêrî û mîriyan, Serokayetiya Herêma Kurdistanê piştgîriya hemû hengavek dike ku bi arasteya çaksazî û nehiştina kêmasiyên li dam û dezgehên dewletê de tê avêtin.

Ji bo wê yekê ku proseya çaksaziyê serkeftî bibe pêwîste ev prose îstîhqaqat û beşdariya Herêma Kurdistanê li ber çav bigre û li heman demî de jî nûnerayetiya pêkhatên olî û neteweyiyên Iraqê jî li ber çav bigre û karîgerî li ser wan nebê. Her wiha li çarçêweya destûr û siyaqa îdarî de jî encam bide.

Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
09.08.2015


Top