• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî bersîva bangewaziya Pêşmergeyan dide

Gulan Media August 9, 2015 Nûçe
Serok Barzanî bersîva bangewaziya Pêşmergeyan dide
Ji bo hevsenger û birayên minê xweşdivî, Pêşmergeyên qehreman...

Yadaşta we gihîşt ku di derbarê rewşa niha ya Kurdistanê we pêşkêşî me û xelkê Kurdistanê kiribû. Naveroka bangewaziya we derbirîna raya me jî dike û li gel we hevrê me. Palpiştiya daxwaziya we dikim û dengê xwe dixim pal dengê we yên qehreman.

Li vê rewşa nehemwar da pêwîste bi hevdû têgihiştin û sazan û li hevkirinê, kêşeyên xwe yên navxweyî çareser bikîn. Gelek nexweşe û nabê bi destê xwe qeyranê dirust bikîn û bibîne çavkaniya tirs û gumanên xelkê. Ewê xwîna şehîdan û cangoriya Pêşmerge û metirsiyên li ser welatê xwe li ber çav bê, tu demekî destê xwe ji bo dirustkirina qeyranê nabe.

Wekî Pêşmergeyek, gelek bi başî hestên we têdigihim û şahîdê qehremanî û ked û xebata we ya ji bo bergirîkirina li şeref û kerameta Kurdistanê me. Ji êşa dayika şehîd û azar û nalîna birîndaran têdigihim û dizanim Pêşmergeyên me yên qehreman li çi rewşek û bi çi giyanek li sengerên xwe dane û bi ruyê dijminekî dirinde rawestane. Hûn cihê şanaziyê ne û parêzerê Kurdistanê ne. Hêvîdarim hûn û xelkê Kurdistanê rê nedin çarenûsa welat berev asoyekî nediyar ve biçe.

Mesûd Barzanî
09.08.2015

Top