• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî salvegera damezrandinê li Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê pîroz kir

Gulan Media August 8, 2015 Nûçe
Serok Barzanî salvegera damezrandinê li Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Kak Mihemedê Hacî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê

Rêzdar / Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdayetiya Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê

Silav û rêz...

Bi boneya salvegera damezrandina partiya we ya têkoşer germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên birêz û hemû endam û alîgirên Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê dikim ku li tevgera rizgarîxwaziya gelê me û pêkanîna wan destkeftên ku îro hemû gelê Kurdistanê şanaziyê pêve dikin, dîrokekî xwe ya bi rûmet heye. Li niha de jî ku gelê me rûbirûyê şerê dasepandiya terorîstan bûye, rola we yên birêz û qurbanîdana we cihê şanaziyê ye.

Li vê rewşa niha de gelê me pêwîstî bi yekrêzî û hevxebata zêdetirê hemû aliyên siyasiyan ya bi navê serkeftin û gihandina gel û wilatê me berev aramî û pêşketina zêdetir heye.

Her şad û serfiraz bin.


Birayê we

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08.08.2015

Top