• Wednesday, 18 February 2026
logo

YA bi fermî nuneratiya xwe li Kurdistanê vedike

Gulan Media August 8, 2015 Nûçe
YA bi fermî nuneratiya xwe li Kurdistanê vedike
Piştî hewlên Wezareta Derve ya Federal û Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê rêkarên yasayî hatin amade kirin û Yekîtiya Awropa biryar da ku li Herêma Kurdistanê nivîsîngeha xwe veke.

Berpirsê Pêwendiyên Dervê yê Herêma Kurdistanê Feleh Mistafa ragehand “ Em wek Desthilata Herêmê bi germî pêşwaziya vê birayarê dikin û sipasiya berpirsên Yekîtiya Awropa dikin ku bersîva dawaza Herêma Kurdistanê didin.”

Mistefa diyar kir ku “ YA giraniye ke xweya mezin heye ku pêkhatiye ji 68 weltan. Ev Yekîti di warê,siyasi, abûrî û civakîde bandoreke xweya mezin hey eli cîhanê û bi taybetî jî li rojhilata naverast. Ev dibe piştgiriyek bo bi dezgehîbûna Herêma Kurdistanê û rûbirubuna astengiyan. Ev nivîsingeh dibe dergehe kî giring bo pêşve birine pêwendîyên YA’ê û Herêma Kurdistanê.”

Ev demeke pêwendiyên navdewletî yên herêma Kurdistanê her diçe pêşve diçe û bi hêztirbe.Vê pêşveçûnê rê vekir ku 33 welat nûneratiyên xwe li Kurdistanê vekin.

Basnews
Top