Li Mêrdînê pevçûn: Polîsek hat kuştin
Li gorî agahiyan vê êvarê saet 21.30ê li Qeda Cumhuriyetê bi çekan êriş li polîsan hat kirin.
Di encama êrişê de 2 polîs birîndar bûn. Herdû polîsên birîndar ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyatê, lê ji wan polîsan yekê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hat gotin hêzên ewlekariyê piştî bûyerê dest bi operasyonekê berfireh kirin.
Rudaw
