• Wednesday, 18 February 2026
logo

Naveroka civîna Amerika û YNK’ê

Gulan Media August 8, 2015 Nûçe
Naveroka civîna Amerika û YNK’ê
Di civîna Amerika û Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê(YNK) de qala rewşa Îraqê, Kurdistanê û pirsa Serokatiya Herêmê kirin û Amerika raya xwe ya li ser pirsê eşkere kir. Raya Amerîka eve ku pirs di çarçoveya Herêma Kurdistanêde were çareser kirin.

Li gor ragehandina YNK’ê belav kiriye îro(8.8.2015) Cîgirê Sekreterê Giştî ye YNK’ê Kosret Resul çend û endamên polît buroyê pêşwazî li şanda Amerika kiriye ku bi Serokatiya Şêwirmendê Cigirê Wezîrê Dervê Amerîka Bert Mccourt hatin Silêmaniyê.

Civîna herdû aliyan 2 demjimêr berdewam kir ku qala hemu pirsên nû yên rojhilata navîn, Îraq û Kurdistanê kirin.

Herdû aliyan tekez li ser hevpeymaniya dij DAÎŞ’ê kirin û Kosret Reul got : “ Ev hat sepandin ku gelê Kurdistanê bi tenê ew hêza bi bandore ku bi alîkariya hevpeymanan teror sekinand û rê neda ku zêdetir pêşve biçe. Ji ber vê yekê pêwîste alîkariyên Hevpeymanan bo hêza Pêşmerge bê zêdekirin.”

Di beşaka din ya civînêde qala şerê PKK û Tikriye û bombardimanên nevçeyên Sinorên Herêma Kurdistanê ji aliyên balefirên Tirkiye ve hat kirin.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê daxwaz kir ku “ Bi demildest ev bombardimanên balafiran were sekinandin ku welatiyên sivîl yên Herêma Kurdistanê şehid dikevin.”

Di dawiyêde qala pirsa Serokatiya Herêmê hate kirin ku Resul weha got: “Em ji destpêkê de li gel wê yekêne ku ev pirs bi rêya diyalog û rêkevtin were çareser kirin. Em aniha jî dixwazin ku di vê dema hestyarde hemû alî bigehêjin rêkevtinê û di nav sînorên demokrasiyê de pirs were çareserkirin.”

Şanda Amerika li ser pirsa Serokatiya Herêmê raya welatê xwe anî ziman û weha got:Em li gel wê yekêne ku ev pirs bi rêya diyalog û rêkevtina aliyan were çareserkirin. Em dûbare dikin ku em rijdin li ser soza xwe ya piştgirî kirina Pêşmergeyan di şerê terorêde.”

Basnews
Top