• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hemîd Hecî Derwîş: PYD siyaseta diktatorî birêve dibe

Gulan Media August 8, 2015 Nûçe
 Hemîd Hecî Derwîş: PYD siyaseta diktatorî birêve dibe
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Pêşverû (PDPKS) Hemîd Hecî Derwîş dibêje, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) siyaseteke dîktatorî li Rojavayê Kurdistanê birêve dibe û ti cudahî di navbera kiryarên wê û rejîma Beşar Esed de nînin.

Derbarê girtina çalakvan û siyasetmedaran li Rojavayê kurdistanê, Hemîd Hecî Derwêş got, kiryarên PYD ji bingeha demokrasiyê dûr in, ji ber ku çalakvanan binçav dike û rê li pêşiya li darxistina çalakiyên nîşitmanî li Rojavayê Kurdistanê digire û ti cudahî di navbera kiryarên wê û yên rêjima Beşar Esed de nîne.

Derwîş got, her çi qasî PYD û Yekîtiyên Parastina Gel (YPG) bi ser PKKê ve ne, lê pêwîst e ev wan tevlîhev nekin û wiha domand.

“Ez xebatên YPGê bilind dinirxînim, tenê rexneya min li wê hêzê ew e ku rê nade tu hêzeke din ya kurdî li kêleka wan Rojavayê Kurdistanê biparêze.”

Rudaw
Top