Demîrtaş: Werin em girtenameyên Îmraliyê eşkere bikin
Duh li bajarê Wanê, HDP dest bi çalakiyên “Mîtînga Aştiyê” kir û mîtîngek ji bo sekinandina şer û pêkhatina aştiyê li dar xist.
Di mitîngê de Hevserokê HDPê Selahattin Demîrtaş wiha axivî: “Li Mersîn û Edaneyê xwestin avahaiyên partiya me bi bombeyan ji holê rakin. Li 176 cihan êrişî avahiyên partiya me kirin. Herî dawî li Amedê hewldan komkujiyek mezin bikin. Me li hemberê wan çêkirin; me got em nayên provokasyonan û em li vî welatî destûrê nadîn şer û prvçûn rû bidin.”
Demîrtaş anî ziman AK Partiyê pêvajoya çareseriyê bidawî kiriye û wiha got: “Ma ne wan maseyê li Dolmabahçeyê quliband? Ma min got wêneyê li Dolmabahçeyê şaş e? Ma min an jî Serokomarê Tirkiyeyê got, Ti alî nnînin, pirsgirêka kurdan bidawî bûye, hêj ez çi bidim we? Ma min an jî Serokomarê Tirkiyeyê got; ji niha û pê de ti hevdîtin dê çênebin, dê ti kes neçe girava Îmraliyê? HDPê Li ku derê pêvajo xetimandiye?”
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got endamên HDPê Ocalan nexapandine û eger girtinameyên Îmraliyê bên eşkere kirin dê hemû tişt diyar bibin û wiha domand:
“Girtinameyên fermî yên dewletê û yên me jî hene. Ez dibêjin bila hevdîtin vekirî bin. Ez dibêjim li Îmraliyê çi gotûbêjkirin bila haya gelê me jê hebe.
Ez niha bang dikim; me li Îmraliyê çi axaviye û çi nîqaş kirine werin em li gorî girtinameyên germî eşkere bikin. Werin em eşkere bikin, ka li Îmraliyê kê çi soz dane û ka kê çi gav paşve avêtiye.”
Rudaw
