• Wednesday, 18 February 2026
logo

‘Divê YA û NATO zextê li Tirkiyê bikin’

Gulan Media August 7, 2015 Nûçe
‘Divê YA û NATO zextê li Tirkiyê bikin’
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş li Brukselê bang li Yekitiya Awropa û NATO’yê kir ku zextê li Enqerê bikin ku pêvajoya aştiyê berdewam be.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş roja çarşemê çû paytexta Belçîka Brûkselê û ligel herdu berpirsên KCK’ê Zubeyir Aydar û Remzî Kartal civiya. Li gor nûçeyên ajansan di vê hevdîtinê de Demirtaş payamek Ocalan gehande herdu berpirsên KCK’ê û wan jî diyar kirin ku ”Heta ligel Ocalan hevdîtin neyên kirin, ji bo agirbestê KCK biryarek din dernaxe.”

Demirtaş li vir bang li berpirsên YA û NATO’yê jî kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku ligel PKK’ê berdewam be di diyalogan de.

Çav li rê ye ku Demirtaş ligel Berpirsê Ofîsa Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve yê YA’yê Stefano Manservisi hevdîtinekê bike.

Basnews
Top