• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka jina berpirsê DAIŞ’ê radestê Herêma Kurdistanê kiriye

Gulan Media August 7, 2015 Nûçe
Amerîka jina berpirsê DAIŞ’ê radestê Herêma Kurdistanê kiriye

Artêşa Amerîka jina ”emîrê” DAIŞ’ê Ebû Seyaf radestê Wezareta Karên Navxe ya Herêma Kurdistanê kirine. Ebû Seyaf ew terorîste ku berpirsê darayî yê DAIŞ’ê bû bi operasyonek taybet li rojhilatê Suriyê hatibû kuştin.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragehand ku Nesrîn Esed Îbrahîm ku weke dayikê Seyaf tê naskirin, radestê Wezareta Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê kirine.

Pentagon dibêje ”Ev biryar jî bi siyaseta Pentagonê ya şerê li dijî terorê, her wiha hiqûqî û îstîxbarî û emnî re digunce.”

Di daxuyaniyê de amaje bi hemahengiya hêzên emnî yê Amerîka û Herêma Kurdistanê tê kirin.

Hêzên taybet ên DYA’yê 15’ê Gulanê bi operasyonek taybet li rojhilatê Suriyê berpirsê DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Seyaf û parêzvanên wî kuştin û jina wî jî dîl girtin.

Basnews
Top