• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî dahata petrola Kurdistanê eşkere dike

Gulan Media August 7, 2015 Nûçe
 Nêçîrvan Barzanî dahata petrola Kurdistanê eşkere dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, niha Herêma Kurdistanê rojane 600 hezar bermîl petrol hinarde dike, ku dike 800 milyon dolar.

Nêçîrvan Barzanî duhî di hevpeyvîneke hevbeş de ligel hejmarek medyayên Kurdistanê de bersiva rojnamevanê Rûdawê Şaho Emîn derbarê dahata petrola Herêma Kurdistanê da û ragihand: Em dikarin ji îro de rojane 600 hezar bermîl petrol hinarde bikin.

Barzanî wiha got: “Beriya demekê jî me rojane ewqas hinarde dikir, lê ji ber teqandina boriya petrola Kurdistanê, hinardekirina petrolê heta îro (duhî) rawesta bû, lê ji îro de dîsa em dikarin rojane 600 hezar bermîl petrol hinarde bikin.”

Derbarê dahata wê petrolê de jî, Serokwezîrê Kurdistanê wiha domand: “Dahata wê petrolê 800 milyon dolar e û bi vî awayî êdî em dikarin mûçeyê fermanberên xwe bi dahata petrolê peyda bikin.”

Barzanî da zanîn ku, wan serxwebûna aborî ragihand ji ber ku Hikûmeta Bexdayê pêbendî rêkeftina xwe ya ligel Herêma Kurdistanê nebû û tenê 400 milyon dolar ji Kurdistanê re dişand.

Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel parçeyên din ên Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî got: “Em mezintirîn alîkariya aborî ya Rojavayê Kurdistsanê dikin.”

Barzanî herwiha dibêje: “Rast e me di hinek tiştan nakokî hene, lê ew ne bi wê wateyê ye ku pêwendiyên me ligel parçeyên din û aliyên din xirab be.”

Rudaw
Top