• Wednesday, 18 February 2026
logo

‘Ocalan hemû aliyan bi tundî rexne dike’

Gulan Media August 7, 2015 Nûçe
‘Ocalan hemû aliyan bi tundî rexne dike’
Hate gotin ku hevdîtinên berpirsên dewleta Tirk û Ocalan berdewam dikin û Ocalan jî gotiye ku ”divê pêvajoya aştiyê nehatiba vê astê.”

Li gor nûçeya beşa Tirkî ya malpera El Cezîre, roja 4’ê Tebaxê parlamenterên HDP’ê Sirri Sureya Onder û İdris Baluken, ji bo mijara termê 13 şervanên YPG’ê yên li deriyê sînor hatibûn ragirtin biaxive, ligel Rawêjkarê Asayîşa Civakî ya Tirkiyê Muhammed Dervişoglu hevdîtinek pêkanî.

Di vê hevdîtinê de Rawêjkarê Asayîşa Civakî Dervişoglu ji şanda HDP’ê re got ku hevdîtinên dewletê yên ligel Ocalan berdewam dikin. Dervişoglu amaje bi wê yekê da ku dewleta Tirk giringiyê dide pêvajoya aştiyê û ji sedî 70’ê gelê Tirkiyê jî piştgiriya vê pêvajoyê dikin.

Dervîşoglu ragehandiye ku rewşa tendurustiya Ocalan başe lê belê rexneyên tund li hemû aliyan dike ku pêvajoya aştiyê xetimandine û gotiye ku ”pêwîste pêvajoya aştiyê wesa nebe”.

Piştî vê hevdîtinê Hevserokê HDP’ê Selahattin Demirtaş ji bo vê peyamê bigehîne berpirsên KCK’ê, yekser çû Awropa û ligel Zubeyir Aydar û Remzî Kartal hevdîtin pêkanî û peyama Ocalan gehande wan.

Li gor nûçeya El Cezîre wê şanda HDP’ê ya Îmralî di rojên pêş me de here Qendîlê.

Basnews
Top