Demîrtaş ligel berpirsên PKKê dicive
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ji bo çend civîn û hevdîtinan dest bi geşta xwe ya bo Ewropayê kir.
Hat ragihandin, serdana Demîrtaş bo Ewroapyê ji nişka ve bûye û pêştir biryar bû ku ew bi hejmarek rojnamevanên Tirkiyeyê re bicive, lê belê ji rojnamevanan re hatiye gotin, ku guhertinek di bernameya karên Demîrtaş de çê bûye û ew niha ber bi paytexta Belcîka, bajarê Brukselê ve ketiye rê.
Hat zanîn, Demîrtaş di vê serdana xwe y abo Ewrpayê de, dê ligel Remzî Kartal û Zubeyir Aydar du ji serkirdeyên pilebilind ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Ewropayê bicive.
Armanca Demîrtaş ji wê serdana ji nişka ve ew e ku di demek herî zû de agirbest di navbera PKKê û artêşa Tirkiyeyê de were ragihandin û proseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dîdan dest pê bike.
Serdana Demîrtaş bo Brukselê piştî civîneke navbera rayedarên pilebilind ên HDPê û şandeke Dewleta Tirkiyeyê ku berpirsê dosyaya danûstandina bi PKKê re ye, pêk hat.
Hevserokê HDPê, Selahedîn Demîrtaş berî destpêkirina serdana xwe bo Ewropayê, di daxuyaniyekê de ji rojnameya Hurriyet a Tirkiyeyê re got, ew hêvî dike ku di encama gotûbêjan de bi zûtirîn dem agirbest di navbera PKKê û artêşa Tirkiyeyê de were ragihandin.
Rudaw
