Eniya El Nusra daxwaza Tirkiyê pêktîne
Hikûmeta Tirkiyê planek bo ser sînorê Suriyê û Tirkiyê (Rojava û Bakûr) dariştiye û qaşo dixwaze herêmek aram di navbera kontonên Efrîn û Kobanê de çêbike.
Li gor vê planê Tirkiye dixwaze operasyonekê li Suriyê bike û 140 km ferhî û 50 km jî kûrî kontrol bike ku ev herêm dikeve navbera kantonên Efrîn û Kobanê.
Li gor nûçeyên ajansan Eniya El Nusra ku baskê El Qaide ya Suriyê ye, ligel mûxalîfên Suriyê lihev kirine ku herêmên di bin kontrola xwe de yên li ser sînorên Tirkiyê radestê wan bike.
Tê gotin ku, El Nusrayê û muxalîfan li bajarê Helebê rêkeftinek kirine daku van herêman radestê ketîbeyên Liwa Sultan Murad bikin. Herwiha bi hev re şerê li dijî DAIŞ’ê bikin.
Ajansên Tirkiyê jî diyar dikin ku Tirkiye bi hêceta operasyona li dijî PKK’ê, xweamade dike ku li Bakûrê Suriyê operasyonek berfireh bike.
Basnews
