• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îran dixwaze têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re berfirehtir bike

Gulan Media August 6, 2015 Nûçe
Îran dixwaze têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re berfirehtir bike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 05.08.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Hesen Danayî Fer sefîrê Komara Îslamiya Îranê li Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de sefîrê Îranê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û pêşkeftinên herêma Kurdistanê bilind nirxandin.

Sefîrê Îranê got ku herêma Kurdistanê kariye bi awayekî gelek baş rû bi rûyê êrîş û metirsiyên terorîstên DAÎŞ bibe û di warê êkonomî de li hember wê kirîza êkonomiya heye xweragir be û bi awayekî gelek baş pêşwaziyê li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bike, bihewîne û xizmeta wan bike.

Hesen Danî Fer piştgiriya berdewama welatê xwe bo herêma Kurdistanê nîşan da û helwesta xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê di hevkarî û alîkarîkirina koçber û penaberan û rûbirûbûna terorê bilind nirxand. Wî tekîd li ser zêdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên Îran û herêma Kurdistanê di hemû waran de kir.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana şandeya Îranê bo herêma Kurdistanê kir û dilxweşiya xwe jî li hember xurtkirina têkeliyên navbera Îran û herêma Kurdistanê diyar kir û îşaret bi wê yekê kir ku, têkeliyên Kurdistan û Îranê têkeliyên dîrokî ne û Komara Îslamiya Îranê di demên dijwar de hertim alîkarî û piştevaniya gelê kurd kiriye.

Serokwezîr got ku herêma Kurdistanê giringiyê bi têkeliyên xwe yên bi Îranê re dide û hêvîxwaze ew têkrlî di hemû waran de zêdetir ber bi pêş biçin.

Rewşa deverê û Îraqê û têkeliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê mijarek din a civînê bû.

Top