• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pasdarên Îranê qaçaxçiyek din ê Kurd kuşt

Gulan Media August 6, 2015 Nûçe
Pasdarên Îranê qaçaxçiyek din ê Kurd kuşt
Pasdarên Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê qaçaxçiyek din ê Kurd ê bi navê Selah kuşt.

Li gor agahiyên gehiştine destê me , pasdarên Îranê li herêma Merîwanê ya ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gule berdane qaçaxçiyê bi navê Selah û ew kuştin.

Li gor agahiyên hatine girtin ev rûdan li navçeya Şêx Sile ya Merîvanê rû daye. Qaçaxçiyê hatiye kuştin jî xelkê Selasî Bawecanî ya parêzgeha Kirmanşanê ye û ji bo karê qaçaxçitiyê hatiye Merîwanê.

Her salê bi dehan qaçaxçiyên Kurd li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi guleya hêzên ewlekariya Îranê têne kuştin.

Jiber nebûna kar piraniya xelkê ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê karê qaçaxcitiyê dikin.

basnews
Top