• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye

Gulan Media August 6, 2015 Nûçe
Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye
Jiber nebûna bûdceyê, xeterî li ser mezintrîn projeya Herêma Kurdistanê ya dabînkirina elektrîkê heye lê hikûmet naxwaze ev proje raweste.

Endamê Lijneya Pişesazî, Wize û Çavkaniyên Sirûştî yê ya Parlamena Kurdistanê Fayiq Mistefa bo BasNews axivî û got ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanya Siemes a Almanî di sala 2012’ê de girêbesta projeya Scada ya Stratejîk mor kirin. Li gor vê girêbestê divê sîstema elektrika hersê bajarên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê bi rêya WİFİ bi hev re bêne girêdan.

Mistefa got ku jiber krîza darayî yek ji mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê rawestiya ye û hikûmet ji bo berdewam kirina vê projeyê bûtçe digere.

Fayiq Mistefa destnîşan kir ku ji bo projê 48 meh danîne û ji bo encamdana projeyê jî 45 milyon dolar pêwîste. Lê belê perê germ di destê hikûmetê de nîne.

Basnews
Top