Bexda bi 3 teqînan hejiya: 40 kes mirin
Li Bexdayê hat raihandin : “duh êvarê 3 li çend taxên bajarê Bexdayê çê bûn û teqîn bi rêya 3 otomobîlên bombekirî bûn.”
Li gor agahiyan peyamnêrê me, “du ji wan otomobîlên bombekirî li taxa Sedr a li rojhilata bajarê Bexdayê teqiyan."
Li gor agahiyan, "yek ji teqînan li nêzîkî ofîsa rêberê Tevera Sedr a şîeyan, Moqteda Sedr qewimî û li gor agahiyên destpêkê di encamê de 30 kes hatin kuştin.”
Peyamnêrê me herwiha da xuyakirin: “Otomobîleke din a bombekirî li nêzîkî taxa Huseyiniye ya li bakurê Bexdayê teqiya û li gor agahiyên destpêkê di encamê de zêdetirî 10 kesan hatin kuştin û çendîn kes jî birîndar bûn.”
Peyamnêrê Rûdawê herwiha amaje bi wê yekê jî da, ku bombeke vedayî û otomobîleke bombekirî li taxên Seyidiye û Camiha ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatine pêçkirin.
Rudaw
