• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Tişta li parlamentoyê çêbû nayê qebûlkirin

Gulan Media August 5, 2015 Nûçe
 Nêçîrvan Barzanî: Tişta li parlamentoyê çêbû nayê qebûlkirin
Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, tişta ku aliyên siyasî roja 23ê Hezîranê bi bê PDKê kirin bo guhertina qanûna kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê, nayê qebûlkirin.

Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke PDKê serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir û ligel Sekreterê Giştî yê wê partiyê Mihemed Ferec civiya. Piştî civînê konferanseke rojnamevaniyê hat lidarxistin.

Di konferansê de, Barzanî ragihand: “Divê rêkeftin û lihevkirineke niştimanî di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de pêk were. Tişta ku roja 23ê Hezîranê pêk hat nayê qebûlkirin.”

Herçar aliyên siyasî (YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî) roja 23ê Hezîranê bi bêrazîbûna PDKê û çend aliyên din ên Kurdistanê pêşniyarqanûnek pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê kirin ku, sîstema hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve bibe sîstema parlamentoyê.

Barzanî wiha got: “Aliyên siyasî xemê dixwin bo rêkeftinê û her divê em bigihên rêkeftinê. Pirsa Serokatiya Kurdistanê ne pirsa parlamentoyê ye, divê hemû alî li derveyî parlamentoyê li ser wê pirsê rêkeftinê bikin.”

Rudaw
Top