Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Iraqê û şandekî li gel kir
Li hevdîtinê de rûbirûbûna terorîstên Da'îş û hizra tundrewiya li navçeyê xistin ber behs û tekez li ser pêwîstiya karê hevbeş û hemahengiya welatên navçeyê ya ji bo ji navbirina terorîstan kirin. Her wiha eve jî dûpatkirin ku pêwîste ne bi tenê şerê serbazî dijî terorê bikin belku li ruyê fikrî ve jî şerê teror û hizra tundrewiyê bê kirin.
Li beşekî dinê kombûnê da behsa rewşa aboriya Iraqê û metirsiyên têkçûna rewşa aboriya li ser jiyana hemwelatiyan û civaka Iraqê kirin.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û têda Balyozê Komara Îslamiya Îranê tekez li wê yekê kir ku parastina asayîş û aramiya Herêmê ji bo welatê wan girînge.
