• Wednesday, 18 February 2026
logo

Enqere û Washington bêyî YPGê lihev kirin!

Gulan Media August 5, 2015 Nûçe
 Enqere û Washington bêyî YPGê lihev kirin!
Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkayê ragihand: “Enqere û Washington li ser damezrandina “Herêma Ewle” li ser sînorê Tirkiyeyê û Sûriyeyê, ku ji çekdarên DAIŞê û şervanên YPGê vala be, lihev kirine.”

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkayê di raportekê de aşkere kir, Amerîka û Tirkiye li ser çêkirina navçeyeke ewle li beşek ji axa Sûriyeyê lihev kirine.

Li gor planê dê ew Herêma Ewle li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê were damezrandin û dê penaberên Sûriyeyê bo wê navçeyê werin veguhastin û li wir werin bicihkirin û dê rêvebirina wê navçeyê jî radestî Dijbereya Miyanrewa Sûriyeyê were kirin.

Berpirsekî Tirkiyeyê di wê bareyê de ji rojnameya Wall Street Journal re gotiye: “Em bi ti awayekê qebûl nakin ku PYD êrişên Amerîkayê li dijî DAIŞê wek fersendekê ji xwe re bi kar bîne.”

Li gor rêkevtina Enqerê û Washingonê ku heta niha beşek ji wê rêkevtinê ketiye di warê cîbicîkirinê de, Amerîka dê binkeyên leşkerî yên Tirkiyeyê û ji wan binkeya leşkerî ya Încirlîkê, bi kar bîne bo êrişên xwe yên li dijî çekdarên DAIŞê. Herwiha Amerîka dê Dijbereya Miyanrew a Sûriyeyê ji metirsiyên DAIŞê û Esed biparêze.

Herwiha berpirsên Amerîkayê jî soz dane Tirkiyeyê ku “ji bo damezrandina wê Herêma Ewle ku biryar e were avakirin, ew pişta xwe bi YPGê girê nadin, lê dê derfetekê bihêlin bo pêwendiya ligel YPGê.”

Li gor gotina wî berpirsê amerîkî, Tirkiye ne ewqas jî li dijî hebûna YPGê li ser sînorên xwe ye, çimkî wê rojnameyê ji zarê berpirsekî Tirkiyeyê ve ragihandiye: “Li gor wan YPG bi awayekê rasteqînetir ji PKKê tevdigere û hêvîdar in ew (YPG) hêla sor derbas nekin, ji ber ku wan dît ku PKKê hêla sor derbas kir û çi bi serê wan hat.”

Pêştir jî Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu di daxuyaniyekê de ragihand: “Rêkevtina Washington û Enqerê guhertineke dînamîkî li navçeyê çê dike.”

Wê rojnameya amerîkî di dirêjiya raporta xwe de behsa sînorê Herêma Ewle kiriye û wiha daye xuyakirin: “Herêma Ewle dikeve li ser sînorê navbera Tirkiyeyê-Sûriyeyê û dê di navbera Mari – Cerablus de bi kûrahiya 90 km di nav axa Sûriyeyê were avakirin. Ew Herêma Ewle ya bi kûrahiya 90 km dê ji aliyê balafirên şer ên hevpeymanan ve çavdêriya wê bê kirin û di demên pêwîst de balafirên şer ên Tirkiyeyê jî dikarin di esmanê wê de operasyonên pêk bînin.”

Li gor agahiyan wê rojnameyê, binkeya esmanî ya Încirlîk a Tirkiyeyê jî dê bo çavdêriya teknîkî ya balafirên şer ên hevpeymanan vekirî be û tîmke 40 heta 50 kesî ya amerîkî jî dê li Încirlîkê werin bicihkirin.

Hevdem balafirên bê pîlot jî dê li binkeya esmaniya Încirlîk çavdêriya Sûriyeyê bikin. Tirkiye di sala 2011an de rê da bi Amerîkayê ku bo çavdêriya ewlehî ya Sûriyeyê balafirên bê pîlot li binkeya Încirlîkê bi kar bîne û ji wê demê ve 4 balafirên bê pilot li wir hatine bicihkirin.

Di meha Adar a sala 2011an de jî yek ji wan balafirên bê pîlot ên amerîkî li bajarê Laziqiye ya Sûriyeyê ket xwarê.

Rudaw
Top