Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraqê û rewşa bereyên rûbirûbûna terorîstan xistin ber behs û tekez li ser azadkirina bajarê Musil û navçeyên dinê li bin destê terorîstên Da'îş kirin.
Her li vê hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda li gel carekî din spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kirin ku wê hejmara zêdeya penaber û lêqewimiyên hemû pêkhatan li Kurdistanê hewandine û ragihandin ku tu demekî vê helwestê ji bîr nakin.
Li mijareke dinê hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û çawayiya hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqê guftûgo kirin.
