• Wednesday, 18 February 2026
logo

Osman Baydemîr spasiya Barzanî dike

Gulan Media August 5, 2015 Nûçe
 Osman Baydemîr spasiya Barzanî dike
Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr ji ber keda derbaskirina cenazeyên 13 şehîdên YPGê bo Bakurê Kurdistanê, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Baydemîr ji Rûdawê re ragihand: “Di dîroka mirovahiyê de çênebûye ku 13 cenaze di bin pileya germê 50 de li ser sînorekî bên sekinandin. Ya herî balkêş ew e ku dema em şehîdên xwe vedşêrin, em kêfxweş dibin. Ev yek xuya dike ku ka em çiqasî zilm û zordariyê dibînin.”

Osman Baydemî wiha domand: “Em sipasiya wan kesan dikin ku hewl û ked kirin da ku ew cenaze derbas bibin, bi taybetî spasiya Serok Barzanî.”

Parlamenterê HDPê ragihand: “Derbasnekirina cenazeyên şehîdên Kurdistanê didin xuyanîkirin ku, nêrîna Hikûmeta Enqereyê ji şehîdan çi ye, nêrîna wê ji olê çi ye.”

13 şervanên YPGê ku ji Bakurê Kurdistanê bûn, li Rojavayê Kurdistanê şehîd ketibûn û li 27ê Tîrmehê bo Başûrê Kurdistanê hatibûn derbaskirin da ku bi rêya xala sînorî ya Îbrahîm Xelîl derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, lê ji wê rojê de Hikûmeta Tirkiyê razînedibû ku ew cenaze werin derbaskirin.

3ê Tebaxê Barzan li Dihokê ligel malbatên wan şehîdan civiya û ji wan re got: “Ew şehîdên me ne û li cem me pir ezîz in. Şehîdê hemû maleke Kurdistanê û hemû mirovatî û cîhanê ne.”

Li gorî berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Barzanî hewlên mezin dida da ku Hikûmeta Tirkiyeyê razî bike ku ew cenaze derbas bibin û şevê din ew yek pêk hat û her 13 şehîd derbas bûn.

rudaw
Top