Helwesta dawî ya YNKê li ser mana Barzanî
Berdevkê fermî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Îmad Ehmed îro di daxuyaniyeke nivîskî de helwesta partiya xwe derbarê pirsa kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê de aşkere kir.
Îmad Ehmed di daxuyaniya xwe de got: “YNKê bi ti awayî derbarê dirêjkirina dema seroaktiya Serokê Herêma Kurdistanê de rêkevtin nekiriye.”
Îmad Ehmed tekez kir: “Ne di civînên du alî de û ne jî di civînên aliyan ên derbarê dirêjkirina dema seroaktiya Serokê Herêma Kurdistanê de, rêkevtin nehatiye kirin û em rijd in li ser lihevkirina niştîmanî, da ku hemû alî beşdar bin di erkên niştmanî de û bigihîjin mafên xwe.”
Berdevkê YNKê herwiha di vê daxuyaniyê de mercê YNKê bo lihevkirin derbarê kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê de aşkere kir û got: “Eger sîstem parlemanî be, Serokê Herêma Kurdistanê di parlamentoyê de tê hilbijartin û desthilatên wî jî dê di parlamentoyê de werin diyarkirin û deng li ser bê dan.”
Tê zanîn, îro Endamê Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Ebûbekir Elî ji Rûdawê re ragihand: “Her çar aliyên siyasî (YNK, Goran, Komel ûn Yekgirtû) li ser mana Mesûd Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê bo 2 salên din li hev kirine.”
Ebûbekir Elî herwiha got: “Razîbûna aliyan bi wê yekê li hember razîbûna PDKê li ser sîstema parlemanî bo şêweya desthilatdariyê li herêmê û guherandina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ye.”
Rudaw
