• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nunerê nû yê Emerîka li Hewlêrê hat destnîşan kirin

Gulan Media August 4, 2015 Nûçe
Nunerê nû yê Emerîka li Hewlêrê hat destnîşan kirin

Amerîka Konsilê xwe yê li Hewlêrê guhert. Li şûne Konselê berê, Joseph Pennington, Matyas Mitman wek Konsilê gişti li Hewlêr hat destnîşan kirin.

Di daxwuyaniyekê de Konsilxana Amerika li Hewler eşkere kir ku Konsil hatiye guhertin û aniha Matyas Mitman ji aliyê Washington wek Konsilê nû yê Amerika li Hewler hatiye destnîşan kirin.

Di daxwuyaniya Konsilxanê de weha hatiye: “Ji meha Tirmehê ve Matyas Mitman wek Konsilê Giştî li Hewlêr dest bi kar kiriye.”

Konsilê nû yê Amerika berî niha di çend cîhên giring û bilind yê dewleta Amerika wek dîplomat kar kiriye. Berî were Hewlêr wek Konsilê Gişti yê Amerika li Besra kar dikir.

basnews
Top