• Wednesday, 18 February 2026
logo

Cenzeyên 13 şehîdên YPGê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn

Gulan Media August 4, 2015 Nûçe
Cenzeyên 13 şehîdên YPGê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn
Cenazeyê her 13 şehîdên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li ser sînorê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê asê mabûn û rê nedihat dan wan bibin Tirkiyeyê, derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.



Cîgirê Rêvebirê Gomruka Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl Mihemed Tahir li navçeya Zaxoyê ji Rûdawê re ragihand, îşev cenazeyên her 13 şehîdên YPGê ku ew 10 roj bûn li ser sînorê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê asê mabûn, ber bi Bakurê Kurdistanê ve hatin şandin.



Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feysel Sariyildiz îşev berî 3 saetan li ser hesaba xwe ya twîtterê ragihandibû, rayedarên Tirkiyeyê razî bûne cenazeyên 13 şehîdên YPGê derbasî axa Tirkiyeyê bini û dê îşev cenzeyên wan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.



Duh Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li malbatên her 13 şehîdên YPGê kiribû û bi wan re civiyabû. Barzanî soz dabû malbtaên wan şehîdan ku ew dê hemû hewlekê bide ji bo ku rayedarên Tirkiyeyê razî bike, da ku ew rê bidin cenazeyên şehîdên YPGê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.



Mesûd Barzanî di vê civînê de derbarê şehîdên YPGê de ku li ser sînorê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de asê mabûn, ragihandibû: “Ew şehîdên me ne û li cem me ezîzin, ew di şerê li dijî hovîtirîn rêxistina terorîstî de şehîd ketine.”



Barzanî herwiha dilgiraniya xwe jî li hember rênedana Tirkiyeyê bo derbasbûna cenazeyên wan şehîdan, nîşan dabû û gotibû, ew dê hewlên xwe berdewam bike da ku Tirkiye rê bide cenzaeyên her 13 şehîdên YPGê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.



Barzanî tekez jî kiribû, heger Tirkiye li ser biryara xwe rijd bû û rê bi derbasbûna cenzeyên wan şehîdanneda , Başûrê Kurdistanê jî ax û mala wan e û eger malbatên wan razî bibin, ew dikarin wan li axa Başûrê Kurdistanl veşêrin.



Cenazeyên 13 şehîdên YPGê yên ji Bakurê Kurdistanê roja 25ê Tîrmehê ji Rojavayê Kurdistanê bi rêya deriyê Sêmalka ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin birêkirin, da ku ji wir ve ber bi Bakurê Kurdistanê werin şandin.



YPGê dixwest cenazeyan bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl re derbasî Bakurê Kurdistanê bike, lê heta niha rayedarên Tirkiyeyê rê nedidan ew cenaze derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.



Berî wê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê rênedan bi derbasbûna cenzeyên wan şehîdan de daxuyaniyek dabû û ragihandibû, ew amade ne bi her awayekê di wê mijarê de alîkar bin û ewa ku ji destê hikûmetê were, dê bike.



Hikûmeta Kurdistanê tekez kiribû, ku rayedarên Tirkiyeyê berê ji wan re gotine ku ew rê nadin ti cenazeyên şehîdan derbasî nav axa Tirkiyeyê bibe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rayedarên Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ya girêdayî PYDê ji wê yekê agahdar kirine, lê wan guh nedaye wê agahdariyê û cenazeyên şehîdan ber bi deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl li Başûrê Kurdistanê şandine.



Rudaw
Top