• Wednesday, 18 February 2026
logo

Civata Bilinda Leşkeriya Tirkiyeyê civiya

Gulan Media August 4, 2015 Nûçe
Civata Bilinda Leşkeriya Tirkiyeyê civiya
Civata Bilinda Leşkerî ya Tirkiyeyê îro bi serpireştiya Serokwezîrê demkî yê wî welatî Ahmet Davutoglu li Enqerê civiya.


Li gor agahiyan, îro li Enqerê Civata Bilinda Leşkerî ya Tirkiyeyê bi serokatiya Serokwezîrê wî welatî Ahmet Davutoglu û bi amadebûna Sererkanê Artêşa Tirkiyeyê Necdet Ozel civîna xwe pêk anî û dê civînên wê heta 3 rojan berdewam bike.

Di civînê de herwiha Fermandeyê Hêza Bejayî Hulusi Akar, Fermandeyê Hêza Deryayî Bulent Bostanoglu û Fermandeyê Hêza Esmanî Akin Ozturk, Fermandeyê Hêza Cendirmeyan Abdullah Atay û çendîn fermandeyên pilebilind ên artêşa Tirkiyeyê jî amade bûn.

Civîn dê heya sê rojên din dom bike û dê di divine de bilindkirina rutbeya efser û fermandeyên artêşê, xanenişîkirina fermandeyan û herwiha cezakirina fermandeyan were gotûbjkirin.

Piştî ku di wan civînan de biryar hatin dan, dê ew biryar ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re werin şandin û piştre dê ji raya giştî re jî bên aşkerekirin.

Civata Bilinda Leşkerî ya Tirkiyeyê her sal carekê dicive û derbarê mijarên cezakirina fermandeyan, bilindkirina pileyan, xanenişîkirin û bê dîseplînî ya nav artêşê de gotûbêjan dike û di bareya wan mijaran de biryar dide.
Top