• Wednesday, 18 February 2026
logo

Yaşkar Kaya: Dibe ku DAIŞ parlamenterekî HDPê teror bike!

Gulan Media August 4, 2015 Nûçe
Yaşkar Kaya: Dibe ku DAIŞ parlamenterekî HDPê teror bike!

Siyasetmedarê kurd Yaşar Kaya diyar kir ku îhtimala wê heye DAIŞ ji bo ku kurdan û tirkan berde hev “parlamenterkî HDPê teror bike”.

Yaşar Kaya li ser êrişa DAIŞê li dijî parlamenterên HDPê hişyarî da. Kaya behsa terorkirina parlamenterê Partiya Demokrasî (DEP) Mehmet Sîncar jî kir û wiha axivî:

“Mehmet Sîncar ji aliyê dewletê ve hat kuştin lê niha tirsa wê heye DAIŞê parlamenterkî HDPê bikuje û bi vê yekê kurdan û tirkan berde hev. Divê em pir hişyar bin. Tirkiye îro ji nav tunêleke teng re derbas dibe…”

Li ser operasyonên li dijî PKKê jî Yaşar Kaya got, Serokwezîrê Tirkiyê dibêje, heta PKK çek dayne emê operasyon bikin. Ev çi gotine ew dibêje! Ew, mîna baronên şer diaxive! Li Rojhilata Navîn her kes çekdar e, tu dikarî bêjî bila PKKê li dijî me çek bikar nehîne.

Wî siyasetmedarê kurd li ser pêvajoya çareserî û aştiyê jî axivî û got, li gorî min tiştek bi navê pêvajoya çareseriyê tine û dewlet tenê dixwaze kurdan û PKKê bixapîne. Jixwe dewletê piştî hilbijartinan dev ji her tiştî berda.

Yaşar Kaya anî ziman ku PKK rêxistineke terorê nîne û got, eger PKK rêxistine terorê ye tu çima pê re rûdinêy? Bi salan e rayedarên te pê re rûdinên bi Serokê wê Abdullah Ocalan re rûdinên…
Top