• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nûnerê êzîdiyan: Heta niha zêdetirî 6 hezar êzîdî şehîd û wenda bûne

Gulan Media August 3, 2015 Nûçe
Nûnerê êzîdiyan: Heta niha zêdetirî 6 hezar êzîdî şehîd û wenda bûne
Endamê berê yê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl eşkere kir ku zêdetirî 6 hezar kurdên êzîdî di encama êrişa çekdarên DAIŞê de şehîd û wenda bûne.

Fermandeyê Pêşmerge li ser çiyayê Şingalê û endamê berê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl, duh di civîneke rojnamevanî de li Hewlêrê behsa êrişa çekdarên DAIŞê li ser devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kir û ragihand, DAIŞê zilmek mezin li êzîdiyan kir û êrişî ola êzîdiyan û netewa êzîdiyan kir.

Mehma Xelîl diyar kir ku %20ê koçber û penaberên Iraqê, kurdên êzîdî ne û da zanîn, koçberên êzîdî li 16 kampên Başûrê Kurdistanê hatine bicîhkirin.

Xelîl her wiha eşkere kir ku di encama êrişa çekdarên DAIŞê de zêdetirî 6 hezar kurdên êzîdî şehîd û wenda bûne û ragihand, heta niha 11 gorrên komî yên êzîdiyan li derdora bajarokê Şingalê hatine dîtin.

Wî rayedarê êzîdî anî ziman ku ji par ve heta niha 5 hezar kurdên êzîdî ketine destê DAIŞê û got, ji wê hejmara tenê hezar û 916 kes hatine rizgarkirin.

Çekdarên DAIŞê şeva 3ê Tebaxa par êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin. Di encama wê êrişê de beşek mezin ji deverê ket destê DAIŞê, bi hezaran jin û keç êxsîr ketin destê wan, bi deh hezaran kes ji mal û warê xwe koçber bûn û bi hezaran kes jî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine komkujkirin.

Bi alîkariya balafirên şer ên hêzên hevpeyman, beşek ji devera Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve hatiye kontrolkirin lê heta niha jî bajarokê Şingalê bi temamî nehatiye standin.

Rudaw
Top