• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman kir

Gulan Media August 3, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman kir
Roja yekşem 02.08.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Prof. Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman û Serokê Tevgera Îslamî ya Kurd û şandekî li gel kir ku ji Dr. Merîwan Ehmed Reşîd Serokê Zanîngeha Geşepêdana Mirovî û Husên Necmedîn Resul Serokê Desteya Bilinda Kargêriya Tevgera Îslamiya Kurd her wiha û şandekî hevbeşa Zanîngeha Geşepêdana Mirovî û Tevgera Îslamiya Kurd pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de behsa rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan kirin û Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman behsa rola Pêşmerge ya li berperçdana terorîstan û parastina Kurdistan û cîhanê kirin û ji bo wan serkeftinên li beranber terorîstan bi dest anîne destxweşiyê jî li serkirdayetiya Kurdistanê kirin.

Her li vê kombûnê da behsa hereşeya terorîstan ya li ser asayîşa navçeyê kirin û tekez jî li ser hewla hemû aliyek ya ji bo rûbirûbûna hizra tundrewiyê kirin.

Di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê wê yekê dûpat kirin ku pêwîste kêşeyan bi sazan û aramiyê çareser bikin û bextewerî û aramiya hemwelatiyan jî bi girîng bê wergirtin.

Top