• Wednesday, 18 February 2026
logo

Erdogan: Obama jî gotibû Kobanî dê bikeve!

Gulan Media August 3, 2015 Nûçe
Erdogan: Obama jî gotibû Kobanî dê bikeve!
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser gotinên xwe yên li ser ketina Kobanî got, gotinên min xelet hatin şirovekirin çimkî Obama jî wê demê gotibû, Kobanî dê 2 rojên din bikeve! Erdogan her wiha ragihand, PKKê soz dabû sala 2013ê çek dayne lê li şûna wê, dîsa dest bi şer kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî serdana xwe ya Çîn, Endonezya û Pakistanê vegeriya Tirkiyê. Erdogan di vegerê de li nav balafira xwe ya taybet de bersiva pirsên rojnamevanên ku pê re çûbûn, da.

Li ser operasyonên li hember PKKê, Erdogan diyar kir ku PKKê sala 2013ê soz dabû çek dayne lê dîsa dest bi şer û wiha got:

“Helbet dewlet li hember vê yekê bêdeng namîne. Ez jî wek serokomar nikarim bêdeng bimînim.”

Derheqê wan şiroveyên ku dibêjin, rewşa Tirkiyê vedigere salên 1990î jî Erdogan got, yên ku wisa dibêjin bêriya salên 90î dikin lê me ji mêj ve ew heyam borandine.

Li ser girtina HDPê jî Erdogan got, ez li dijî girtina partiyên siyasî me lê ew kesên ku sûc dikin divê bên darizandin. Jixwe hewla rakirina parêzbendiyê jî di vê çarçoveyê de ye.

Erdogan li ser gotinên xwe yên derheqê Kobanî de jî got, hinek kesan gotinên min bi enqest xelet şirove kirin. Me ti carî nexwest Kobanî bikeve, jixwe eger me bixwesta me nedihîşt Pêşmerge û hêzên Artêşa Azad a Sûriyê ji Tirkiyê re derbasî Kobanî bibin.

Serokomarê Tirkiyê behsa hevpeyvîna xwe û Serokê Amerîka Obama li ser Kobanî jî kir û got, min wê demê bi telefonê ji Obama re behsa Kobanî kir, Obama got, 2 rojên din Kobanî dê bikeve, min jî gotê, hêzên Pêşmerge û Artêşa Azad a Sûriyê dikarin pêşiya vê yekê bigirin…

Rudaw
Top