NATO biryara alîkariya Iraqê da
Hate ragehandin ku dê NATO ji bo bihêzkirina parastina Iraqê, piştgiriyê bide vî welatî.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya NATO’yê, Konseya Hevpeymaniya Bakûrê Atlantîsê pakêta alîkariyê ya bi armanca bihêzkirina parastina Iraqê erê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li cihê ku Iqa hewce dibîne dê alîkariya berevaniyê bidin û ev bername jî dê ligel berpirsên Iraqê bê pêşxistin.
NATO’yê daxuyand ku ev hevkarî di çarçoveya tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de tê dayîn. Li gor biryarê dê mijarên weke şêwirmendiya reformên ewlekariyê, tekoşîna li dijî bombeyên dest, paqijkirina mînan, bereveaniya medeniyan, ewlekariya sîber, tib û perwerdeya leşkerî, alîkarî bidin Iraqê.
Her wiha NATO’yê ragehand ku dê bernemaye wan a li Tirkiyê û Urdûnê berdewam bike.
Basnews
