• Wednesday, 18 February 2026
logo

Demîrtaş: Amadekariya girtina HDPê tê kirin

Gulan Media August 1, 2015 Nûçe
Demîrtaş: Amadekariya girtina HDPê tê kirin
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş eşkere kir ku KCKê amadebûna xwe ji bo sekinandina şer nîşan daye. Demîrtaş her wiha got, Erdogan fermana girtina HDPê daye.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, îro li Enqerê beriya ku tevlî civîna partiya xwe bibe, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Demîrtaş diyar kir, ji ber ku AKPê nekarî bi tena serê xwe hikûmetê ava bike pêvajoya çareseriyê hilweşand û got, lê emê ti carî nehêlin ev îradeya me ya ku bi %13ê dengan hatiye bidestxistin, binpê bikin.

Hevserokê HDPê her wiha eşkere kir ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ferman daye şêwirmendê xwe yê bi navê Dr. Burhan Kuzu, dest bi amadekariyên girtina HDPê bike û got, dixwazin heta dawiya îsal HDPê bidin girtin.

Li ser îdiayên birîndarbûna birayê xwe jî Demîrtaş got, ez nikarim nûçeya Ajansa Anadolu (ajansa fermî ya dewletê) piştrast bikim çimkî birayê min ne li Qendîlê ye. Helbet ez nizanim li kuderê ye lê ez dizanim li hember DAIŞê leşkertiya bi berdêl nake, ji bo gelê xwe li dijî DAIŞê şer dike lewma dibe ku li hember vê hovîtiyê bimire jî birîndar jî bibe.

Demîrtaş derheqê helwesta PKKê li hember banga wî ya çekdanînê jî got, Remzî Kartal (endamê serokatiya KCKê) di hevpevîneke xwe de gotiye, “em amade ne şer bidin sekinandin” em vê yekê wek daxuyaniya fermî ya KCKê dibînin. Em dixwazin vê yekê ji hikûmetê jî guhdar bikin.

Selahedîn Demîrtaş her wiha anî ziman ku ew ti carî li hember êriş û guvaşên dewleta Tirkiyê bi taybet Erdogan paşde gav navêjin û got, eger Erdogan li bendê ye em li hember qîreqîra wî paşde gavan bavêjin, di nav xeyalan de ye. Bila ti kes netirse. Yên ku dibêjin em şêr in dê bibin pişîk, tenê bila em bikaribin nirxa aştiyê bidin nasîn û zanîn…

Rudaw
Top