Li Efrînê şerê di navbera YPG û El Nusra berdewam e
Çekdarên Eniya El Nusra doh li Efrînê êrîşê xelkê medenî kirin û YPG’ê jî bersiv da. Şerê di navbera Artêşa Şoreşgeran û hêzên YPG’ê yê li dijî çekdarên El Nûsra duh jî berdewame
Çekdarên Eniya El Nusra doh li navçeyên Şêrawa û Cindirêsa ser bi Efrînê êrîşê xelkê medenî kirin û şervanên YPG’ê jî bersiv da. Artêşa Şoreşgeran jî piştgiriya hêzên YPG/YPJ’ê kirin û îro jî şer berdewame.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, pevçûnên li Cindirêsê û Şêrawa îro jî berdewam dike. duh danê sibehê li gundê Meyremîn a navçeya Şêrawa ya Efrînê di navbera Artêşa Şoreşgeran û çekdarên El-Nûsra de şer derket. Gundê Meyremîn ê navçeya Şêrawa ya Efrînê li bakurê gundê Çelebê yê navçeya Şêrawa ye û li rojhilatê gundê jî herêma Ezazê heye.
Li gor nûçeyê li gundê Dîbo ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê jî di navbera hêzên YPG’ê û El-Nûsra û komên bi ser wan ve, şer berdewam dike. Li vê herêmê û bi taybet li girên derdora gundê Dêwa û kampa Atmê şerê demkî didome.
Çekdarên koma terorîst a El-Nûsra ku ser bi El Qaide ye, doh daê êvarî di demjimêr 16.00’an li gundê Dêwan ê li beramberî kampa Atmê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê gule li welatiyên sivîl reşandin. Piştî gulebarana terorîstan, hêzên YPG’ê bersiv dan û li ser vê yekê li herêmê şer derket.
