• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Kobanî şer derket

Li Kobanî şer derket
Çekdarên DAIŞê ji aliyê rojava ve êrişî herêma Kobanî kirin û şerekî giran di navbera wan û hêzên YPGê de derket.

Ragihandinên ser bi PKKê ve dibêjin, çekdarên DAIŞê şevê din li nêzî bajarokê Cerablus ê di navbera Kobanî û Efrînê de êrîşî Kobanî kirin, lê şervanên YPGê bersivek tund dan wan çekdaran.

Li gorî heman çavkaniyan, li herêmê şer û pevçûnên dijwar dest pê kirin û heta derengiya şevê berdewam dikir.

Heman çavkaniyê da zanîn ku, li rojavayê Kobanî çekdarên DAIŞê ji aliyê Cerablusê ji çem Çemê Feratê çel û cebxane kom dikirin û dest bi êrişa ser cihên di bin kontrola YPGê de, kirin, lê ji aliyê YPGê ve rastî bersivek tund hatin.

Bajarokê Cerablusê dikeve navbera Kobanî û Efrînê de û niha di bin destê DAIŞê de ye. Wî bajarokî ew herdu herêmên kurdî ji hev veqetandîne.

Rudaw
Top