Derbarê Demirtaş de lêpirsîn
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, jiber rûdanên di 6-7’ê Cotmeha 2014 ya nerazîbûne Kobanê de qewimîn, derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş de, lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê Demirtaş de li gor madeya 214/2 ya Qanûna Cezayê ya Tirk, lêpirsîn vekir.
Heger Serdozgerî derê Selahattîn Demirtaş de bigehe wê encamê ku tawanbare, hingî dê daxwaz bê kirin ku mafê parêzbendiya hiqûqî ya Demirtaş bê rakirin. Serodozgerî dê fezlekeyê ji Wezareta Dadê re bişînin û wezaret jî pêşkêşî Serokatiya Parlemenê bike.
Di vê rewşê de heger derbarê Demirtaş de doz bê vekirin, di vê çarçoveyê de ji bo wî dê 24 sal cezayê hepsê bê xwestin.
Di rûdanên 6 û 7’ê Cotmehê de xelkê nerazîbûna xwe li hember êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê derbirî bû û di encam de 2 jê polîs 35 kesan jiyana xwe jidest dabûn.
Basnews
