Hesekê- Li başûrê bajêr pevçûnên giran
Peyamnêrê Rûdawê li Hesekê ragihand ku, piştî girtina taxên Neşwa Rojava, Neşwa Rojhilat û Şerîeyê, herwiha kontrolkirina taxê Xuwêran, Yarîgehê û Seken Şebabî ji aliyê hêzên YPGê ve, hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên kurdî, êrişî taxa Zihûr (Hoş Beir) kirin û piştî şer û pevçûnên giran beşek ji wê taxa li başûr xistin destê xwe de.
Li gorî peyamnêrê Rûdawê, şevê din ligel operasyona wan hêzan li dijî DAIŞê, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî bi tundî êrişî çeper û navendên DAIŞê li başûrê bajêr kirin û li taxa Zihûr û derdora Banorame bombebaran kirin, ku di encama şer û bombebaranê de gellek çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Tê zanîn ku, taxa Zihûr cihekî herî asê ye ji çekdarên DAIŞe, çi ji aliyê vehewandina xelkê wê yên ereb ve û çi ji aliyê hêlên bihawarçûnê ve û piştî ku YPG herdû taxên Neşwe ya rojhilat û rojava kontrolkirin, dest bi dorpêçkirina taxa Zihûr kirin.
Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku, taxên di bin destê hêzên rêjîmê de ne ev in: Xuwêran, Neşwa Rojhilat, Lîliya, navendên ewlehiyê li nava bajêr.
Herwiha taxên di bin kontrola hêzên kurdî jî de ne ev in: Neşwa Rojava, Ezîziyê, Taxa Eskerî, Xezil û taxên kurdan bi temamî.
Taxên hevbeş jî ev in: Bazara mezin, taxa Zihûr.
Taxên bi destê DAIŞê: Başûrê taxa Zihûr û Banorama.
Rudaw
