• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Yarîdederê Sekreterê Giştî yê Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Îranê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Yarîdederê Sekreterê Giştî yê Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Îranê kir
Roja pênçşem 30.07.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Ehmed Emîrî Yarîdederê Sekreterê Giştî yê Encumena Asayîşa Neteweyî ya Îranê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de behsa metirsiya derketina terorîstên Da'îş û hizra tekfîrî ya li ser asayîşa cîhan û navçeyê xistin ber behs û di derbarê hewla hevbeşa hemû aliyek û çawayiya rûbirûbûna metirsiyên hizra tundrewî û terorê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha pêşhatên siyasî û emniyê dawî ya navçeyê jî guftûgo kirin.

Li beşekî vê hevdîtinê de Yarîdederê Sekreterê Giştî yê Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Îranê behsa rola hêzên Pêşmerge ya li têkşikandin û ragirtina êrîşa terorîstan kir ku destekî bilind li parastina asayîşa navçeyê û welatên li hereşeya terorîstên Da'îş de hebûye.

Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan di derbarê rêkkeftina navekî(atomî) ya welatê wan li gel rojava û her wiha pêşketin û guhertinên siyasiyên navçeyê de bîr û ramananên xwe ji bo Serok Barzanî xistin rû û tekez jî li wê yekê kirin ku asayîş û aramî û hêza Herêma Kurdistanê ji bo Komara Îslamî ya Îranê gelek girînge.


Top