• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amed – Polîsek û sivîlek hatin kuştin

Amed – Polîsek û sivîlek hatin kuştin
Li bajarê Amedê, di encama êrişeke çekdarî de polîsek û sivîlek hatin kuştin.

Şeva borî li navçeya Çinarê ya Amedê, polîsek ku li ber çayxaneyekê rûniştibû, rastî êrişa çekdarî hat.

Di encama wê êrişê de polîs û du kesên sivîl bi giranî birîndar bûn.

Hat gotin ku li nexweşxanê polîs û sivîlek mirine, sivîlê din jî rewşa wî ne baş e.

Hêzên ewlehiyê ji bo girtina êrişkaran dest bi operasyonê kirin.

Rudaw
Top