Komîteya Yasayî li ser pirsa serokatiyê negihîşt ti encamekê
Duh danê sibehî Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê bi amadebûna Serokê Parlamentoyê Yûsif Mihemed, nûnerên fraksyonên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Goran û Yekgirtû civiya û gotûbêj li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê kir.
Di civîna îro de nûnerên fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û nûnerên fraksyonên tirkmanan û xirîstiyanan amade nebûn û civîn bi bêyî amadebûna wan dest pê kir û ew yek jî bûye sedema dilgiraniya PDKê û ev civîn bi neyasayî bi nav kir.
PDKê li hember lidarxistina civînê bi bêyî amadebûna wan û çend aliyên din, daxuyaniyeke nerazîbûnê belav kir û tê de civîn bi neyasayî da naskirin û ragihand, civîn li dervayî lihevhatina niştîmaniye hatiye lidarxistin û ew yek bi nerewa da zanîn.
PDKê di daxuyaniya xwe de herwiha rexneyên tund li Serokê Parlamentoyê Yûsif Mihemed girt û ragihand, Serokê Parlamentoyê bûye astengî li pêşiya yekrêziya nişîtmanî. PDKê herwiha tekez kir, ku proseya siyasî li Başûrê Kurdistanê û hemû kursiyên desthilatê li gor bineha lihevhkirinê hatine avakirin û dûrketin ji wê bingehê, tê wateya ji dest dana rewatiyê.
Berî destpêkirina civînê, Cîgira Serokê Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanl, Behar Mehmûd di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihandibû, ew dê di civîna îro de dest bi nivîsandina raportê li ser serratkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin, lê civîn dawî pê hat û komîteyê ti raportek li ser vê mijarê amade nekir.
Herwiha Endama Komîteya Yasayî ya parlamentoyê û endamê fraksyona YNKê, Geşe Dara piştî bi dawî hatina civînê ragihand, di civînê de ti raportek ehat amadekirin. Me biryar da ku hêj çaverê bin da ku karên odeya operasyona aliyên siyasî li derveyê parlamentoyê bigihîjin encamekê.
Piştî ku aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser pirsa serrastkirina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê lihev nekirin, Yekîgirtûya Îslamî ya Kurdistanê avakirina odeyeka operasyonê bo lihevhatinê û gihîştina aliyan bi rêkevtinekê li ser wê mijarê ragihand, lê heta niha ne zelal e, ew odeya operasyonê dê aliyan bigihîne rêkeftinê yan jî na.
Rudaw
